Amara û Xelfetî ji bo pîrozbahiyê amade ne

Hevserokê TUHAD-FED’ê Temîzyuz diyar kir ku amadekariyên di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine kirin, temem bûne û banga beşdarbûnê kir.

Hevserokê TUHAD-FED’ê Temîzyuz diyar kir ku amadekariyên di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine kirin, temam bûne û banga beşdarbûnê kir.

Hevserokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz der barê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ya ku îsal bi şîara “Ji Rêbertiyê re azadî” tê lidarxistin de agahî da û diyar kir li gundê Amarayê û navçeya Xelfetiyê amadekarî hatine temamkirin. Temîzyuz da zanîn ku bi hezaran kesên ku ji Riha, Semsûr û Dîlokê bi meşê berê xwe dane Xelfetiyê wê sibehê bigihîjin Xelfetiyê û bi deh hezaran kesên ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî îşev wê derkevin rê û biherikin qadê. 

BI HEZARAN KES WÊ SIBÊ BIGIHÊN QADÊ

Temîzyuz destnîşan kir ku ji bo ku trafîka bajar nexetime wesayîtên ku tên wê bi kontrola peywirdaran ve bêne parkirin. Temîzyuz têkîldarî bernameya ku wê sibehê saet 15.00’an de destpê bike ev agahî da: “Di bernameyê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan axaftineke bike. Piştre jî hevserokên KCD, HDP û DBP’ê dê biaxivin. Bername wê heta saet 01.00’ê berdewam bike û 66 hunermendên NÇM’ê wê derkevin ser dikê.” Temîzyuz got ku 200 hunermendên erbaneyê jî gihîştine Xelfetiyê û wê hem di bernemaya navçeyê hem jî ya gund ê cih bigirin. 

DI 4’Ê NÎSANÊ DE WÊ LI AMARA BIDOMIN

Temîzyuz bilêv kir ku piştî bernameya 3’yê Nîsanê ya li Xelfetiyê di 4’ê Nîsanê de jî li gundê Amarayê ya Ocalan ji dayik bûye pîrozbahî bê lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Li gund wê li ber odeya ku Ocalan jê dayik bûne zarok pasteya rojbûna 66’emîn bibirin.” Temîzyuz diyar kir ku piştî Pîrozbahiya vê derê wê ji bo Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di pîrozbahiya 2009’an de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin saet di 12.00’an de li mewkiya Karataşê bîranîn bê lidarxistin. Temîzyuz got ku wan rêveberên kantonên Rojava û hevserokên PYD’ê jî vexwendine pîrozbahiyan. Temîzyuz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hemû kesan ji bo roja azadbûna Kurdan vedixwînin û di vê çarçoveyê de dixwazin hemû kes bên pîrozbahiyê.